«wełamî las û dawayek le xezał»

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  501 Dîtin
deygut ke xezał, lew kejane
najêm be nirdiwê le nane
twêşûyî emin bizane to çin?
bo řîye ke dûre, deste maçin
dey dayewe bew le gerdinî zerd
çen maç, le lasda nema derd
maçî ke be naz û ẍemzedaye
nanêkî le baẍełî denaye
çil řojî ebew qerare dana
ger biştewe bałek ew cwane
paş ew çile her debê nebê gîr
biřwa le çya û deşte wek tîr
řû katewe małekey xezałê
negrê gezeg ew pitir le małê
ser xoş debû we ger be boyî
wek bayî şemał las eřoyî