«tirsanî ’aşiqan û becêhêştinî ew hobe»
Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
1 Xulek
574 Dîtin
’aşiq bewe horeyan deřoyî
herkes gilemend bû le xoyî
bew tîre le lase şoře toqîn
xoyan be ẍar xiste ser zîn
gutan ewe şeřker û dilêre
bo tîr û kewan û şîr şêre
ba ême weder kewîn elêre
řoyştinî ême lêre xêre
ge çûynewe leşkirî dehênîn
ta kurde elêre derpeřênîn
ewca ke nebî kirawe tałan
degrînewe teyrî mezne małan
deybeynewe ew kewey lebo xo
des beste be şîwen û be řo řo
bew bîrewe lew heware řoyîn
şermendew dił peşêwu ẍemgîn
řoyştinewe bew xeyałe xawe
kes awřî xo wekes nedawe
ta geynewe nêw ’eşîretî xo
be dił û be derûnî piř le boso