«wełamî xezał û îznidanî las»
Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
1 Xulek
653 Dîtin
deydawe xezał ew cwabe
řê bigre le bîrî êmeda be
zû bêrewe ta nebim perêşan
bo êwe nekewme şîn û giryan
bo toye kewa cerg biřawim
bew awre let let û kuławim
tawêkî eger le to bibim dûr
degirim giře wek derûnî tendûr
řaweste ewende ta dełêy dû
hembaneyî piř dekem le têşû
to bîke le şan ew hemane
bo řêge ewey řefîqe, nane