«çûnî xezał bo menziłî ’aşiqan û pêřageyandinî mercî xoy»

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  755 Dîtin
bew pełpewe kîj ebû ke diłxoş
ço menziłî ’aşiqîde bêhoş
fermûy ke le min mekewne fêłî
bigirin le libad êwe sêłî
bê bestewe ew le dare meşkê
kun bêtewe ta be tîrû neşkê
her kes lewe tîrekey ke dirçû
lew sêłe, emin bewî dekem şû
her lawe ke tîrekey neço der
lew saceye bê hera û bê şeř
ew hobe debê be cê bihêłê
řû katewe ew be şew le xêłê