«çûnî xezał bo menziłî ’aşiqan û pêřageyandinî mercî xoy»
From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
1 minutes
573 views
bew pełpewe kîj ebû ke diłxoş
ço menziłî ’aşiqî debê hoş
fermûy ke lemin mekewne fêłî
bigirin le libad êwe sêłî
bê bestewe ew le dare meşkê
kun bêtewe ta be tîrû neşkê
her kes lewe tîrekey ke dirçû
lew sêłe, emin bewî dekem şû
her lawe ke tîrekey neço der
lew saceye bê heraw bê şeř
ew hobe debê be cê bihêłê
řû katewe ew be şew le xêłê