«řawêjî las û xezał dway qisey mela nebî»

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  467 Dîtin
ew care xezał çowe kin las
herçî hebû řaz boy dekird bas
deygut çye care lew bełaye?
peyda bike zû eto dewaye
ser řê be bełayî taze bigre
çarey bike çawekem be fikire
las ew deme her degeł gelawêj
ew cûreyî ew dekird be řawêj
deygut ke bewane to bifermû
negirin be xezałe şoře bênû
ew şoxe be yek nefer deka şû
ew hane ke ’aşiqin debî zû
mercêkî le beynî xo bibestin
bew merceye bînû řabwestin
sêłêkî bihênin ew le mefreq
bergirtine sext û meḧkem û řeq
yekdane qulancî mor estûr
bê dûr le awir û le tendûr
ew sace le nêw libad bidrûn
be dirêşew û xawik û be sujin
petkêkî le mûyî bizne têxen
ew sêłe wedarî sîpekî xen
lêy biçnewe pêş ew ciḧêłe
çen tîr be řiq biden le sêłe
têpeř bû le sêł tîrî her kam
małî wîye diłberî gułindam