«wituwêjî mela nebî û xezał dway tûřebûnî ’aşiqekan»

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  460 Dîtin
bew kare mela nebî ke zanî
deygut be xezałe to cwanî
şayanî serayî şa û xanî
bîstûme ke ’aşiqî şwanî
lew řêge xerape dest berde
şanî mede ber beław derde
şermende heta nebî le hobe
tobey bike lew xetaye, tobe
ew řoke ke la nedey le yarit
ew ’aşiqe dênne der demarit
ger bibyewe sûk to be xełke
wer nagrî lew ewîne kełke
ya lade xezałe lew ewîne
ya řêgeyî çare ser webîne
dû řê heye ey kiçim dyare
her řêye ke deygirî le bare