«nexoşbûnî xezał û xizmetî las»

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  609 Dîtin
paş ew şewe çerxî çepger
girtî le xezałe şoře senger
ew kîjeyî dadegirt nexoşî
neymayewe her le lase hoşî
heynuyê le jûr û cêgeda bû
her çawî le şerbet û dewa bû
ew mayewe diłberî řeş esmer
lew jûre demawe her neço der
las ew deme yar û dukterî bû
ẍemxor ẍułam û nokerî bû
kêşayî le boyî derd û meynet
deykird be nexoşî xoy xizmet