«çûnî xezał bo lay lasî be naçarî»

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  526 Dîtin
xanim ke şitî desî le lasî
hesta be peşêwî û be kasî
deydawe tiruske bû be yaqût
lew derke degeł şwane bû cût
wek mar le yektirî dehałan
lêw hat û le maç kewte tałan
tałanî degirt yek yek û dû
bo mełḧemî zamekey depêşû
her lêw be lêw û dem demjira
her memkî henar řadekuşra
her gaz le sîng bû degîran
her çawe dekewte şeř be şîran
her dest le nîw mila werabû
her bejne le mêz û baweşa bû
çun hêndeyî lê řeba dirabû
leş herwekûw sûre guł weha bû
şîn bû kelekey sipî ewane
pakî be nequrçe lew dwane
dey wa meke dey berimde laço
peyda bû le nêw ewane be diro
nazu gile bew dirêj û zore
dekirawe lewê leyek be nore
lew katewe çûne jêrî lêfê
her sirkew ẍiłwe bû le bin cê
ta řoj debowe dem le ser dem
ew manewe bê hera û bê ẍem
çon bû çi kirawe her be tirse
lew barewe to le xo bipirse