«diřdongibûnî ’aşiqan le nexoşî xezałê»

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  672 Dîtin
ew diłberî řeng û řû wekû xor
dîwane û ’aşiqî hebû zor
řojê keřetêkî xoyî denwand
be siław be zerde, wanî dedwand
xûy her bewe girtibû kiçî qoz
ta hewełî pa’îza le newroz
êware debû hemû şwanê
biçnêtewe guł le kwêstanê
bîkate be çepke bo xezałê
bîdatewe des perî le małê
ca ew deme kîjî şenge pêrî
bo ’aşiqe çepke guł binêrî
çun ’aşiqe boyî bê nefes bû
dîbayî eger gułêk bes bû
xanim be hewayî derde darî
ney ma ke le guł des û dyarî
bew bonewe ew gułey nenardin
lew bexşişe ’aşiqî bwardin
ew ’aşiqe tûře bûn û gutyan
şoqî nye, bo çirayî nebyan?
yek heynuwe bome bê wefaye
gořawe, suřê le kayedaye