daway şa’îr le meygêř bo dîtnewey mensûrî

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 2 Xulek  512 Dîtin
saqî were mey ke xemřewêne
bo ême elew demey bihêne
ew kupłe dabnê le ser dest
bîbexşe be min heta bibim mest
qûtî diłekem zerendî tałe
bo min bike lew meyey ḧewałe
ger bêtu dił awî wa bika noş
derwa xemî ew ke bowe serxoş
ew care ke řû dekem le êranCih
degirim le kiç û jinan sêran
ger dîmewe diłberî wekû mang
şadî mine, lêwe her dekem bang
geştê bide saqî lew zemîne
mensûrî geřîde to webîne
zîwir kedebû le şoře lawe
bo xakî melaneyî geřawe
lêy pirse bizane ger çilone?
dił şade, be keyfe, yane mone?
karî çye? çî deka? dełê çî?
dîwaneyî dił peşêwu çerçî
lew baweř û bîrew xeyałî
kirdûye xezałe şoře ḧałî?
ew wêne ke pêyetî le lawe
nîşanî kiçî melayî dawe?
lêy dawe le sîng û serdiłî wî
tîrêke lew askey nedîwî
ew kîje be de’yew be poze
herwa bedemare ew le hoze
ya bote melêkî bê peřu bał?
şeydaye le dûy las ḧewdał?
perwaneye xo deda be kuştin?
sergerme be zar û lêw geztin?
şew nałe deka heta beyanî?
basêkî le bulbulî dezanî?
bulbul ke geřawe şew be nałe
esrîn dewerênê ew xezałe?
duçare be şînî ew ewîne?
ya xo çi ẍem û bełayî nîne?