çonyetî ’aşiqikirdinî xezał be las lelayen şêx mensûrewe

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 2 Xulek  470 Dîtin
zana û nezîle zanî mêjû
ew baweyî wa be min defermû
karî ke dekird tîrî mensûr
lew lase debû çirayî bê nûr
katî ke le las dił be cê bû
wek baye lewêwe ew beřêbû
gîr bûnî nebû heta suwênas
ew laweyî bo perî dekird bas
dedwa le cuwanî û le řendî
le dił û le derûn û dewłemendî
tarîf le be xişiş û ’etayî
dezga û sera û baregayî
şêre le keju çyayî bałek
xezney heye pîşewayî bałek
gencêke temen le bîst sałe
ew gewrew mezne lew meḧałe
merdê nye piştekey le ’erzê
dabê, le ber ew felek delerzê
bo wî serî ser řeqan nerme
lew şêre deken hemîşe şerme
ger bewrî beyanî wa le pêşî
nahêłê beşeř nefes bikêşî
bê tirse le ẍûlî û le dêwan
bê nokere řû deka le kêwan
serdare be de’yewe demare
bo şûyî xezał ew lebare
gerbêtû be las to bikey şû
nêwit dekewête nêwî mêjû
to şûyî debê nekey be pûçê
ew heybê kepoyî berz û qûçê
bergêkî nwêy her leber bê
desrêkî ḧewt gezî leser bê
biřwa be hewayî nalebarî
wek şaye be de’yew demarî
destî ewe her le pare xałî
lûtî le hewa hewr demałî
çawî lewebê eto be xêwî
key, ew kese tif le xû û xêwî
ew şêxe besed witew be yane
deykirdewe bas lew cwane
ew xuryeyî bu deda le şane
deygut be xezał dane be dane
lasî ke be wêneda nîşanî
deydawe be wêne ew gyanî