basî ’îşq

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 3 Xulek  783 Dîtin
çen xoşe wełatî ’îşq bazî
têydaye geda û şa û qazî
ger pîre weya cuwan û lawe
zincîrî le gerdinî kirawe
mełbendî ewîne çûn be tirse
çî kirduwe, çî deka, mepirse
kem kes heye derbiçê le destî
lew daye gimoyî berz û pestî
katêkî geda deka be qařûn
qařûnî be ẍem deka be mecnûn
dênêtewe bo memî be şew zîn
bo zînî deba memî le ser zîn
ferhadî dexate bê sitûne
şîrîn le beraberî zebûne
syamendî deka be pel giriftar
xec boyî deçête ser pel û dar
mecnûnî dexate şîw û kêwan
leylayî lebo deba be giryan
yusif ke le çałî awda bû
piştî le kes û le aşna bû
wîstî le ’îşq telayî wêxa
deykird be koyle bo zuleyxa
lew mertebe pesteda duwayî
derçû degeyşte padşayî
biraymukî be ’îşq birde pijder
estî le dwa debû pilender
meḧmûdî le gom û aw dawê
merzîngî degeł dexa le awê
wey dêwî ewîn çen zelame
fêławye caduwe be same
cadûgere sînema numaye
piř kêşe û şořş û heraye
her dem be hewaye dadenê daw
her tawe şitêke ew leber çaw
katê be gułêke her nyazî
satêkî le ser diřûye wazî
nazanî çi core ew çi řenge?
meydanî xeyałî ême tenge
sed karî weha deka ke zana
sergêje heta dejî lewane
şarê ke bizey ’îşq le wêye
pê gewre û mezne kê be kêye
aqił ke degate wê cinûne
lew şare ewey ke şête, řûne
lew xakeye şa wekû gedaye
debzane geda çilone? şaye
lew cêye nedar paredare
çûn sîneyî ew kirawe pare
perwêz debê lewê pyade
ew dûre le de’ye û îfade
her kes ke pyade bê suware
bê naze ewey ke nazdare
ew ’îşqe ke leşkirî besane
yeksane le nakes û kesane
herçî le cîhane ’îşdare
berd û giłe ya gya û dare
perwane bibîne ger desûtê
bew tîşkî ewîne hełdepûtê
nabin le bizey ewîn řizgar
binyadem û teyr û weḧşî û mar
lew ’îşq û ewîneda bizêkin
beşdarin ewane her wekêkin
ew herde be bê ewîn nabê
bê ’îşq ke bowe ba xera bê
deryayî ewîne qûł û bê bin
însanî ke têkewt serubin
ew kate ke pê meleş bizanî
nabate derî ser û gyanî