dyarîkiranî xezał beser hoz lelayen mela nebîyewe
Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
1 Xulek
610 Dîtin
ew kîjeyî hoşyar û jîre
ser hoz her ew debû le tîre
çun ew heme kareyî nebî bû
şadîderî ew diłey ewî bû
kirbûyî le hemû şit ew kenare
dabûy wexezałe kar û bare
aẍayî le lawe ya le małê
nabûyewe ber desî xezałê
ew pîr û bileş biçûk û mindał
bew bonewe bû be gewre qijkał
ber sîngî le her dû xuşkekane
wabřyewe gîj ebûn ewane
ew kîje be bejnî ’eř’eř û qoz
dekirawe be çaw sûr bo hoz