basî gundî mela nebî

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  464 Dîtin
takey bidwêm emin le şîrîn?
ba gundî mela nebî bełed bîn
gwê bigre heta ewey bikem bas
gundê heye nêwekey swênasCih
dawid degeł nebî lewê bûn
ser hozî ’eşîretî ewê bûn
ew gunde ke piştekey çyaye
dêyeke le nêw gewrek daye
’aşîretî mame sał û ẍeylan
hozî řeben ew geley gewrekan
çen ’êl le sûrçî û zurarî
çen tîreyîtir le kurdewarî
serkirdeyî wane kanebî bû
řawêj û pirs kebû, be wî bû
çî kird bû le meř û şek û le bexte
bo wî debrawe her be mexte