basî le ’aşiqekanî xezałê

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  489 Dîtin
ew kîje cwane ’aşiqî bûn
nek ’aşiqe her bibûne mecnûn
wek nokere ew le małekey bûn
kewbařeyî dane xałekey bûn
meylî nedebû degeł ewane
deygirt lewane sed behane
xoyan dexsite derk û lapank
bo dîtnî kołmekey wekû mang
yekyan lewane eḧmed’aẍa
yek mîr ’ezîz yek budaẍe
yek nêwî memende borî weysî
çen dane miroyî dîy hetasî
dêwane û ’aşiqî ewî bûn
wek sîng le derkekey çeqîbûn
taqane çirayî ew şwêne
lûtî be ewaneda nedêna
deywîst ke şû bika be merdê
biřwatewe şîrî ew le berdê
bê bak be ejdehayî birsî
ser řê bigrê û le kes netirsî
gencê be temen kem û be ẍîret
serdar leser gel û ’eşîret
wek řoj le xakî kurd meşhûr
mû zûr û piłing bo şeř û şûr
desgîrî nebû ke lawî awa
bew hoyewe bê řefîq emawe