xwêndinewey du’ay çawzar leser ew kuře û herweha du’a bo ’aşiqibûnî le layen mamanewe

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  754 Dîtin
mamane ewey ke dîy «yekadûy»
deyxiwênd leser ser û dem û řûy
nêwkî debřî be nêwî yaran
ta biştewe şarî zamdaran
deygut řebî to řołe ewîndar
bî, ’îşq diłit bika birîndar
wa bêtewe jan ew birîne
ta mawî bikey şewane şîne
bigrî be ewînî diłberêkî
to bênî birînî xencerêkî
ca boye be ’îşq bû giriftar
ew lase debû le mułk bêzar
bew ’îşqewe derpeřî le małê
xoy kird be şwan bo xezałê