beytigutnî wisên kenîle bo fîdayî

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  470 Dîtin
ew pîreyî aşna be mêjû
deykird be birînî ême pindû
hênaye derê witey le têkoł
pakîzeyî kird bome kakił
wek bulbulî deng xoşî baẍan
ew care ke gewherî wedernan
deygut ke le bîşe eḧmedî law
bû cût degeł kiçey bełek çaw
şîrînî firîşte řûyî qijkał
wezgî kewt ew le xan mindał
to mangî ke pêdeçû kuřî bû
nabê ke biłêy kuř, ew duřî bû
her wek sedef ew duřey wederna
wek şagułî ew kuřey wederna
wek řoj ke bête der le yałan
deydayewe şoq ew le dałan
dû çawî pyałe bû ser û jêr
yusif be cwanî û meçek şêr
çawřeş bû biro kewane diłgîr
birjangî xedeng her wekû tîr
cwanî le beşa bewî dirabû
lîmoye le řeḧmetî xuda bû
bew bahû bazwanî meḧkem
nîşaneyî pêwe bû le řostem