agadarbûnî eḧmed aẍa le bûnî ew kuře
Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
1 Xulek
609 Dîtin
kak eḧmede bew kuřey ke zanî
bew bonewe kewte şadmanî
bê pareyî ew wexiř dekirdin
destî le diraw piř dekirdin
hênayewe çen meř û berane
kujranewe bo gwêzebane
dedra be feqîr û bê be şane
şayî degeřawe ḧewşewane
katî ke weladeçû le meydan
şayî le ḧesar û hodekey xan
koy kirdewe çen mela û zana
nêwî kuře lase şořî dana
çunkîne le bin gełayî lasî
nesrîne zigî be kuř demasî
bew bonewe las ebû be nêwî
têyda nîye naḧezî û dizêwî