agadarbûnî şêx le kujranî şêr be dest eḧmed’aẍa

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  686 Dîtin
bo şêx weha xeber birawe
ger şêre le bîşeda kujawe
şeng eḧmedî bałekane mawe
lew kîjeyî êwe bote zawa
nesrîne le çîmenaye le kinî
êsta ke kiłokî sûre deçnî
şêx ew xeberey ke bîst, diłxoş
bû, řiq le diłî kira feramoş
řûy kirdewe her le baẍ û bîşe
deybiřyewe diřkî ẍem le řîşe
deygirt le baweş eḧmedî law
dû sed celî maç ekird laçaw
deydî kewe şêre bew birîne
deykird le xan aferîne
ew car ke mey dekird noşe
bo şadî û bezim tê dekoşa
bo xoy û be eḧmed û be nesrîn
lew bîşeyî piř sefa û řengîn
hersê be qise û kenû zerde
hatin be kej û çya û herde
ger geynewe mał bû be gowend
yek ḧewte zyatir ew nebû bend
eḧmed degeł ew gułey gułistan
řûy kirdiwe gundî naw pirdan
ta çûnewe goř hemdemî bû
ew laberî derd û werhemî bû
herdû le wełatî bałeka bûn
ta ew deme ger le yek cuda bûn