wełamî eḧmed’aẍa

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  696 Dîtin
ew xaneyî bê řeza û lawe
awa degeł ew gułey dedwawe
fermûy ke le bîrî êwe mawe
ew şîwe û ew kułey ser awe?
awit ke be camî zêw wêdam
min tuře le to debûm û toram
nesrîne ke řûyî tê nekirdim
ew hem ke be xowe dî demirdim
demgut be miḧemed û be yasîn
doxînme heta girê be nesrîn
nekirêtewe, namjim demî ew
min nabme şû û hemdemî ew
ca boye le kej ke demřifandî
ta ew dem û kate nemjekandî
ewřo ke wehayî to le boye
demdayewe pencekem le toye
ey diłbere xatirit bibê cem
perwaneyî řûyî tome ta hem
bo kewtye bołe û behane?
medwê le gile û şikayetane
řabirduwe řoyî çî kebû bû
to mey ke beşane her wekû mû
bew base ḧewas bo dekey perit?
ew cerge pełase bo dekey kerit?
bew řaz û nyaze û bew witane
êware degeyye ew dwane