amojgarîkirdinî ew kesaney ke ew beytaneyan pê diron

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 2 Xulek  603 Dîtin
yek pîre miroyî kon û duř nas
ew baweyî wa lebo kidim bas
bew beyte nełêy fîdaNasnava edebî diroye
mêjûyeke bo gelî etoye
kurdan ke heyane sed beserhat
kê bê serî lew duřane derkat?
ger beyt nebaye des be deste
basî nedebû le baw êste
nûsîn ke nebû le xakî kurdan
řûdawe be beyt û bend degutran
ger baw nebaye netdezanî
řû daweyî xakî nîştimanî
biřwane hezar eḧmed aẍa
kewtûnewe her elew wecaẍe
ew kêw û çya û nîştimane
bo mîlletî kurd cê jyane
cê mołî miroyî deng dilêre
ew daykî çen hezar şêre
mêjûyî gelan to bibîne
nusrawe hemû le řûyî sîne
herçen xulî lew zemane dîwe
destî le gelî nepçikiřîwe
her hatuwe des be de degeł xoy
nebřawe wekû heweł meze û boy
ew mêjuwe kone boye mawe
gutrawe le nêw gela be bawe
xuldanî zemane her be sałê
neykird ke le sîng řay bimałê
nexşawe le ser diła demênê
çon çerxî zemane dey diřênê?
’îşqî gele nusra le sîngan
ca kewtewe ber desî zirîngan
ta sozeyî ’îşq bê le xełka
ew beyte heyane bo me kełke
ger baw nebaye yek derendû
kê bû kewe pey berê be mêjû?
řabirduwekan win debûne
wek pareyî ademî çetûne
bê xoş xuda le baw û daner
bixiwatewe awî řûnî kewser
erkî ew gelî ke dî leser şan
mêjûyî zebit dekird be beytan
her beyte ke deydeye le zarê
xo bełgeye bo şwênewarê
ew beyte dełê çyayî kurdan
xałî nîye qet le şêremerdan
her lawê ke dête der dilêre
lew bîşeye piłinge ya ne şêre
ba kurd hemû ewey bizanin
mêjûy gel û hoz beytekanin
serberzî gelan ew kesanen
bo perçemî baw des be şanen
çen xoşe le basî mîlletî xot
beytêkî lebar ger dełên bot
dił hênde be bawî gel debê xoş
dinyaye hemû deka feramoş