hełatnewey nesrîn bo małî babî û ḧaşakirdinî le marf

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  450 Dîtin
nesrînî be hoş û bawiř û bîr
lew menził û małeda nebû gîr
hestaye behaneyî ser awe
ew destî dedayewe aftawe
wa řoyî be tundî û be jîrî
ta hode û dîwî daye pîrî
deygut ke degeł etome daye
ew marfe babme û biraye
babim ke be xencer û be şîrî
bicnê le şim her wekû penîrî
nabim be çirayî ew hetîwe
wîşk buwe gendeł û řizîwe
biřjê be deban ger xwênim
min marfe qořî nadwênim
min marekirawîy yek dilêrim
key daneyî qişkełey kwêrim?