amojgarî daykî

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  484 Dîtin
xatûne gutî ke xo dekey bed
ew şo ke bihênî nêwî eḧmed
ey ey meke řołe ew qisane
ew kareye key le to cwane?
to nîte çetîwe ’eyb û şûre
ew care le marfî bibûre
dey heste biřo weşew nemawe
zwîr mebe ba bigey be zawa
zawa ewe çawe noře řołe
debço we deka bizane bołe
yaẍî mebe ew cwane çake
bo menziłî ew biřowe řake
ser kułmeyî to ke wek kiłoke
her meydewe destî nêremûke