kujranî mişk le dîwî bûkî be des marf

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 2 Xulek  481 Dîtin
zawa ke degeyye xizmetî yar
mişkî xiře hate der le dîwar
zû çekmeyî ew le laq dakend
hawîştîye mişkeke û řoḧî send
diłxoş debû be kuştinî mişk
xoy řep kirdibû be kilke dû pişk
bew kareye ew debû be baram
awa dedwa degeł gułendam
debzane çi cûre ew helem kuşt?
bew çekmeye mişk bê ser û pişt
bo dujminî nalebar awam
bê tirsim û wek piłing azam
nesrînî peşêw û dił be jane
bîstî ke le marf ew witane
deykirdewe, tif le şû û piştî
lew xû xidey be dû řewştî
deygut le çi řêye ew henêre?
ḧîzê ke le layî mişk şêre
herkes ke le xo dwa be merdî
bê hoşe, serî deda leberdî
lawê ke bika le xoyî tarîf
azaye le jûrê bo geř û gîf
ger eḧmedî min bewey wegořim
dwa mirdinî gûy segî be gořim
ew fîle dilêre ew řeşîde
deykuşt le řêye çil terîde
hergîz demarî wa nehêna
bidwê le herayî ew şwêne
sałê le kin ew debûm be xwa
her lew şewê çil terîde nedwa
ew ḧîzeye bo debê be mişkê
dinyaye bida webin henîşkê?
çî kirduwe bo minî hejare
bew core be de’ye û demare?
şerbê lewe paşe marfî seg
min biçmewe kin miroyî bałek