perêşan bûnî nesrîn lew wez’e
Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
1 Xulek
620 Dîtin
nesrîne ke eḧmedî weha dîy
ew xoyî be bêkes û newa dîy
barî xemî nîştibû le lêwî
řojane berî dena le kêwî
ew wêneyî hewrî xakelêwe
diłpiř, le kuł, her quřî depêwa
kobuwe le şanî ew ẍem derd
řuxsare cwanekey bibû zerd
bû wîşk wekû gyayî bê aw
cerg û diłî piř zuxaw kêmaw
danîşt be zerdîy û zebûnî
awir bû henase, bo derûnî
fermûyî ke çunke berxiwênim
neřjawe le bałeka xwênim
deykird hemîşe ew xeyałe
dił piř le henase û le nałe
wabû be xyałî tazebûke
ew eḧmede şenge nêremûke
ger meyl û hewayî ew lela ba
sałêkî le bo debû weha ba?
lew pîşeyî bîruřaw perçî
bêçare nebû serî ke derçî