birdinewey nesrîn û marekirdinî

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  492 Dîtin
ew şêre le kej ke kewte serzîn
deybirdewe bałekane, nesrîn
ger geyyewe małî ew sware
nesrînî le co dekird mare
şîrîn ke deço serayî xusrew
zêřîkî dekirde toq bo şew
ew toqe le gerdenî em û ew
dexrawe debûne yek le bo xew
yeksał debû tewaw awa
neykird tema le bûk, zawa
eḧmed le perî ke girtibû qîn
gutbûy heta girê le doxîn
neykatewe bo min ew le patoł
pencem ke le yar dem bibî koł
ca boye ke xoyî řê dexşikand
ew kopełe şûşekey nedeşkand
bo coreye xo le layenî mêrd
kalanî gułałe mawe bê kêrd
maçî le dem û le lêw neřfand
gułẍunçeyî rûmetî neşemzand
xoy lê nededawe ew pyawe
herwa be kiç ew cwane mawe