namenûsînî nesrîn le daykî û xo nexoşkirdinî be qestî

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 2 Xulek  463 Dîtin
nesrîn ke pejare hemdemî bû
baẍ û çemen her cehendemî bû
xoy kirde nexoş ew be qestî
takû helê bew hebête destî
řojêkî be fêł û çaplûsî
namêkî le daye pîrî nûsî
nûsî ke elew kiçey depirsî
beynêke delerzî û detirsî
wazî nîye zerd û bê werare
hengiwînî leser ziman, jare
cergî be debanî ẍem biřawe
wakiz buwe taqetî nemawe
gîrodeyî taw û sêbeřoye
her degrî û çawenořî toye
ger bêt û negeyye ser gułî xot
demrêt û webałî dête estot
le dwaye nekey hera û giryan
bê behreye lew demane derman
webzane ke merge bo gułî to
tîraweye her leser diłî to
namey ke dekird mela tewawe
bew core witane piř kirawe
deykirdewe mor û daye nesrîn
hesta û le gundî şuyî şîrîn
بەکرێێ degirt yek pyawe
ew nameyî her wewey dedawe
fermûy ke be bê pişû hendim
lêy bixuře le kêw û deşt yeksem
nabê ke eto biřoy be sistî
zû bîdem dabîkim be çustî
bîhênewe bome to wełame
meyhêłewe bê wełam name
namey ke wedes deda werîgirt
wek şemçe le bo sefer girê girt
wa řoyî be ẍar ew miroye
lew řêye hełî dekird poye
cêy nebû lew mekane bêxî
her řoyî hetakû geyye şêxê
êware ke zerde kewte kêwan
ew lawe le şêx ebû be mîwan
pêy na ke le jûrî dîwexane
mandûbû, ḧesawe ew cwane
hemdem bû cwane şew degeł şêx
dedawe be bê ẍem ew degeł şêx
katêkî ke řoyî dû beşî şew
peyda bû le çaw û dîdeyda xew
ew şêxe deřoyî lew şwêne
deydawe be name ber kelêne
xatûne ke nêwî dayî nesrîn
bû, ew jine kiç biřawî ẍemgîn
her xanim û ew cwane mabûn
ger nameyî dawe ew we xatûn