agadarbûnî hozî nesrînî lew kare

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 2 Xulek  647 Dîtin
gutyan ke weder kewn le małan
gułẍunçeyî hobe çû be tałan
ca bû be hera le nêwxêłî
debřawe le şêx mekir û fêłî
ew hare ke derpeřî le jûre
deydawe piřîşk wek tenûre
girbuyî le daxî xoyî jane
deygirt be ’alemî behane
fermûy be swarî ew heware
banê biken ew dizey qutare
espî ke elew heware çabû
zînêkî beẍare lêkirabû
dekirawe le piştî yeksimî leř
kurtane weya luř û cil û beř
bo řimbe le nêw esp swaran
bo bendenî çoł û bo hewaran
ew hey ke pyadebû bu gopał
her ew deme çûne benden û yał
ew care ke şix bew diłey teng
bo leşkirî hobe bû be pêşeng
lew kêwe dekewte ser şwênî
takû kiçekey le des derênî
ke şwênî simî dedî le kêwe
cêgayî şeqawekey depêwa
pêwayî le esp ger şeqawe
ew şêxe şipirze bû geřawe
ew bazeyî lew wełaẍe ger dî
giryaw neçû le dûyî çî dî
řûy kird le sware û pyade
wek wirç be řûyî xoyî dada
deygut wergeřên û naygeyênê
ke biřoynewe, ême ta sibeynê
şeng eḧmedî bałekane tołey
lê sanmewe xo e bew kiçołey
zanîw meşu wênekem ke dîwe
ziryane be espe ew hetîwe
le dwa kiçekey nebû ke ’ewdał
leşkir degeřawe her berew mał