şeřkirdinî eḧmed’aẍa degeł teymûrî çete

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 2 Xulek  499 Dîtin
meygêře demî hera û cenge
tałûke le mey ke çûn direnge
bew awe eger gerû bikem teř
degirim le kej û çyaye senger
bew şerte ew demey ke kasim
xo nîme le řostema herasim
bîhêne be kucełe û be caman
danîşe be řûyî geş le laman
goranî û beyt û bawî kurdî
bo ême eto biłê be wirdî
ba ewce le ẍîretim bicułê
leş ew deme bêne der le xołê
beynîke le cengełî ewînim
hemdem be pejare û be şînim
damawim û taqetim nemawe
bê hêzim û ẍîretim şikawe
to defterî ’aşiqane danê
ew base wepêçe her welanê
ba ême le bo çete û terîdan
hestîn û biçîne şer le meydan
ladeyn le ewîn û ’îşqibazî
řû keyne şer û hera be sazî
bo cerdeyî řêgegir le kosar
hełkeynewe awrî şeř ewcar
dewêmewe lew miroyî şeřker
lew kurdeyî kiç ’ereb řifêner
ew kate be zor ger kiçey bird
řûy kird be espe ew le yek gird
ew kêwe le piçke dar piř bû
bê řê û telan û terit û çiř bû
řoyşit be teqłe nîweřoye
serkewt le kêwe ew miroye
lew dîwe degeyye kanîyekî
zor serd le bin qedî bîyekî
ger dadebezî leser ew awe
lew çîmene sewzeda ḧesawe
nesrîn ke wesêwî serlikan bû
neşmîl û řeş esmer û cwan bû
qaç û qulî ew dena le awe
lew awe le řûyî xoy dedawe
deyşuştewe řû le areq û toz
danîşt le sêbera kiçî qoz
şewqî ke le darebî dedawe
detgut kewe berqe hełkirawe