awhênanî nesrîn bo eḧmed

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 2 Xulek  708 Dîtin
kîjê ke debû le fêl û sakar
hesta be kezî dirêjî wek mar
dawênî dekird ew belada
hewrî be ser û be řûyî dada
win bû le tem û mija cemałî
asûdeyî kird dił le xałî
gir bûyî be pencekanî tase
bew tase ke çû mezin detasa
ew xanî be hîç kes nezanî
pêy wabû yekêku karwanî
le dwayetî qafłe û qetare
degrêtewe mizłe lew heware
neybû xeber be taze boyî awe
neykird le eḧmedî siławe
ke pyałeyî wêdeda le zêze
ew řûyî le mîr wedegêřa
ew kareyî ger dedîy le nesrîn
deygut le diła miroyî ẍemgîn
şerbê wekû baz bîřfênim
ta deçmewe mał neyduwênim
marey dekem û dorî be morî
bo dêłmewe ger bibê be ḧorî
doxînme heta girêw û gołî
neykatewe ew be nerim û nołî
nîşane be tîr naşkênim
gułberge be mîx nadřênim
ew bîreyî kird û řoyî buye
deykird biłinde wek hełoye
hawîştye piştî xo be çustî
bestî be kemend tund destî
řûy na le kej û çya be ẍare
hawarî dekewte ew heware