agadarbûnî eḧmed’aẍa le karî şêxî û şaław bobirdinî

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 2 Xulek  736 Dîtin
lew lawe le lawe kurd geřawe
beybûneyî wa dedî be çawe
dinyayî le kin ewa debû řeş
wiřma û diłî debû be dû beş
wek hewrî řeşî heweł beharan
deyřiştewe ew le dîde baran
řûy têkird û boy deçû be qełsî
lew gurgeyî dił sya û birsî
fermûy çîye kunde hulî serkel?
to boye be dawî girtinî mel
ew řojeyî min debey be tałan
awayî eto dekey le yałan
tarîke, ke ew nebê, diłî min
bê nûrî çiraye menziłî min
debřêtewe lew leşey gułim tîşk
serçaweyî jînim her debê wîşk
tîşkî ke nema debê be poşî
jarawî xemane dił denoşê
le xudayî ke mezne to bitirse
ew kare xetayî zor û qurse
gyanî mine wa le gemye daye
lew beḧre be to debê řehaye
ewhey ke eto be dîl deybey
şû dare le nêwe naye marey
mêrdî weye ew sware lawe
ew zułmeyî bo dekey le zawa?
kwa şer’ ewey řewa dedêrî?
win bê ke le şuyî, şengebêrî
pêrî mine key dega be dêwî?
to meybe be dîl, pîre řêwî
qaławî û ya segî giławî
çit dawe le sone ya mirawî?
to lade le qend, kund efendî
bo tûtye dem bida le qendî
bo xertel û dałe bizne mindar
dûrin le řewey kew û le kewyar
zû ’arebî dił syaw cerde
des lew jine řû cwane berde
be qisem ke nekey eto be şîrî
wirdit dekem her wekû penîrî
hatim ke neçî elêre le fiřî
debzane be kê hemane debřî?
hênayewe mayîn ew bewêrẍe
mamzey dekutawe lew qebřiẍe
herçende ke boy deçû nedesrewt
neygeyye be ẍar û teqłe û řewt