pêkenînî şêxî ’areban be eḧmed’aẍa û amojgarîkirdinî
Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
1 Xulek
660 Dîtin
řûy kird le xan û şêx zerdî
pêgirt ebew cwane merdey
deygut çîye bo le dûm wêłî?
kellet piře çun eto ciḧêłî
to hênde be yeksimî cwanû
bo xo dekey ey cwane, manû?
ey lawe şeqawî maynî xot
bîpêwe heta weder kewê bot
ew care be bazî espe key min
endazeyî bigre to ser û bin
ger bazî wełaẍî min zyatir
bê, nageye min ke bîbe awir
to tołe le ême nastênî
ew mayne ta berî nehênî
ca bew bere ey hetîwe zołe
werbigre to le şêx tołe
le řikêfî dedawe ew qisey gut
girbûy le mêz û baweşî but