wełamdanewey şêxî ’areban

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 2 Xulek  550 Dîtin
deydawe le şêx ger kitupiř
tane û teşer ew jiney wekû doř
qaqayî be pêkenîn, kêşa
dêwezme diłî bewey ne’êşa
ẍułî ke nebû ḧeya û şermî
le wiłama weha dwa be nermî
çatir le hezar eḧmedî tom
min meznim û ew gerîde û dom
min xawenî mułkim û wiłatim
nek herze û çaweş û xeřatim
bo toyî dekem diruste baẍê
bo êreme ew bibê be daẍê
xanûyî le gêc û asin û seng
bo êwe le baẍda ḧewt řeng
her řenge le wêneda gułê bê
bo çawî çinoke pêkołê bê
to herçî le ême bîxwazî
deyhênmewe ber dest be sazî
řêzit heye ke hebê bizane ḧorî
çit dawe le řakşanî zorî
ta mirdine to bijî be ḧurmet
ḧorî be, be ’îzzet û be şewket
şovar be çende core bawe
diłdarîy ew jiney dedawe
herçen be zimanî nerim, sabûn
deydayewe ew le payî beybûn
xo bo wî nebû kewî, kewî wî
řojî le dwa nebû şewî wî
neybîst le zarî ew witey xoş
neykirdewe şîne ew feramoş
beybûnî biraw dest beste
pařawe ewende ta dewesta
zanî ke lew ejdehay hare
nabêtewe lew kejey qutare
girya be henîsk û henase
deyřinyewe pirçî bin heyase