amojgarîy ’aşiqan bo fîdabûn le řêy diłdarda
Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
1 Xulek
766 Dîtin
ke gyanî be dulberî nebexşî
her wek yeke ademî û weḧşî
serbare lebo leşî eto ser
ger neyxeye xołî derkî dulber
sułtanî ’îşq ke bête pêşî
řîşey diłî ’aşiqî dekêşî
jînê ke bê mezey ewîne
her mirdine, bo dełêy ke jîne?