firîwxiwardinî eḧmed aẍa û çûnî bo lay şêxî ’areban
Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
2 Xulek
760 Dîtin
eḧmed ke cwan û kelle piř bû
bê bak wekû piłingî diř bû
pêy şerim debû lewane lada
biřwa be çya û labelada
beybûnî debird sûk û asan
deydawe be des xuda nenasan
deybird ke mange ew le nexşeb
dêwaneyî kird şêxî ’areb
bo xoy û be dulberî cwane
řûy kird le xêwetî ewane
nêzîk ke buwe ew le xêwet
her ew deme şêxî ḧîz firset
deykird lewane pêşwazî
deydanewe her dû diłnewazî
eḧmed kewe dabezî le zîne
ew şêxe desî le des ewî na
fermûyî dekirdin ew le gułzar
bo çadrî sûrî ser be jengar
dû çadrî gewre hełdiřabûn
mafûre le nêw, řaxra bûn
řoyştinewe pêş wirde wirde
yek ’areb û dû çirayî kurde
yek sîne giław û pîs û napak
dû gencî cwan û çust û çalak
deygirt ke sêre şêxî bîjû
wek cerdeyî řêgegir le herdû
beybûn kewe ẍunçe bû depşikût
çawî dize lew jiney hełengût
ger awrî wêdedawe beybûn
şeydayî dekird û bû be mecnûn
deydî ke be dîde çawî meste
lew cêye gyanî na le deste
tîrêkî le dił deda be ebro
bew tîreye ew deçû le serxo