wełamî kabra
Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
1 Xulek
768 Dîtin
deygut ke bizane ewhe xane
serhoze le xanî ’arebane
ew xawenî dê û dewłemende
aẍayeke mend û merd û řende
her sałe le hewwełî beharê
ew, řû le çyaye bo şikarê
le çiř û le kej û çyayî ḧestem
dinyaye debate ser be bê ẍem
fermû were bo kinî metirse
herçî heye to lewî bipirse
aẍaye be qudretih û be hêze
mîwanh le layî ew beřêze
êstake we’êrekane kewtûy
satê biḧesêwe to ke mandûy