basî ’aşiqibûnî şêxî ’areban

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 2 Xulek  594 Dîtin
řuxsarî perî ke lê wederkewt
deygirtewe şêxih giř wekû newt
wek mêwe delerzî û detasa
nedwawe le bend û baw û base
tawêkî be pêwe řadewesta
ejnoyî debowe şil, dewesta
lew cêye diłî deçû lexowe
sefrayî degirt û lar ebuwe
le dwaye be zahîr û řwałet
ça bowe le lerz û fê û ḧałet
ew ’arebe ẍîretî weber xo
na, kewte witey cwanh be diro
deygut ke leber gułî dexet xet
laqim nîye biçme jûrî xêwet
min bulbulî gułşen û kiłûkim
şeyda be şilêrî taze bûkim
lew çîmenî şîne řadewestim
bawiřke, be bonî xoşe mestim
řistî be teşî le fêł çend daw
deydawe firîwî eḧmedî law
bew core witane pîrî peřkûr
deybirdine jûrî xêwetî sûr
beybûne le jûrî xêwetî xoy
danîşt be bê řefîqe boxoy
eḧmed ke degeł dizey birabûn
lew kêwe le çadrêkî dabûn
xoy xistewe kořî wane meygêř
girtibûy be pence kupełey zêř
hênayî le kone û le taze
deykird demaẍî wane saze
lew xêwete mey ke bû le gořê
serxoş debuwe ehlî korê
mêşûleye, şeř deka degeł fîl
ger lew meye bew bidey be bertîl
bixiwa le şeřabih yek tinoke
wek dêwe ewey ke tirsenoke
bew awe nełêy dizêwe, zêwe
her qetreyî sed dewayî pêwe
awêke dewayî derdî xełke
bo derd û pejare ew bekełke
katê ke wemey bikeyte derman
deřwatewe derd û ẍem le serman
meygêřî be zîndedił bizane
çun xawenî çawekey jyane