weřezî eḧmed aẍa dway dû mang bo małî babî
Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
1 Xulek
756 Dîtin
řojêkî ẍem û hewayî babî
dedrawe elew diłey kebabî
ew baseyî ger degut be mamî
awayî dedawe ew wełamî
karê kewe başe to dezanî
her bîke le serdemî cwanî
min bê diłî êwe řołe nakem
serpişk be, ey kuřî birakem
ger ḧezte elêreda wemêne
komek bike pêm û wem ḧesêne
ḧez nakey eger elêredabî
zû heste, sipardeyî xuda bî
amade be çek le xo bibeste
bo małê biçowe řameweste
bê meyter û noker û pyadan
to řû meke benden û byaban
çun řêgeyî êwe çoł û hołe
piř kêw û xiř û nişêw û dołe
ewřoke cwane berjewendî
lew îşe debê bikey be mendî