wełamî eḧmed aẍa bo mamî

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  725 Dîtin
ew lawe be xanî gundî wendê
fermûy ke dekem qibuł pendê
ew pendeyî to tełayî serme
bo ew seferey kewa le berme
min bo çime mame nokerî zor?
hembê kewe şîre ya ne sator
ger tîrukewan hełgirim min
xo awrê berdedem le dujmin
bo min yeke awedanî û kêw
yeksane le kin me řêwî û dêw
min şêre be şîr dadebêjim
bew tîre xwênî ew deřêjim