çûnî eḧmed aẍa bo małî mîrbudaẍî

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  564 Dîtin
asûde ke bû diłî le bûke
ço xizmetî mamekey biçûke
mawêkî lewê debû geřawe
bo menziłî bûke sûre, zawa
maynêkî lewê dira wedeste
gwê her wekû dû likî miqeste
katê ke be teqłe hatbaye
pêşî nededawe ew be baye
swarî ke debû fiřî be bałî
řûy kirdewe gund řû be xałî
ger geyyewe kîjekey çiraẍî
dî řûmetî wek kułûke baẍî
bew bejneyî şilkemêw û lûsî
deygirtewe mêz û řay demûsî
çi biłêm, ewende ger lewê bû
ya xo le şikare ya le dê bû
deykirdewe maç řûyî beybûn
leylî em û ew bibû be mecnûn