destûrî padşa be xunkar bo beřêkirdinî eḧmed

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 3 Xulek  603 Dîtin
şa bîstî ke ew witane ewcar
fermûy her ew demey be xunkar
to hełgire derke lew xezêne
çen kîse le zêw û zêře bêne
mafûreyî qozî awrîşim tûk
dîbayî be qîmetî wezin sûk
çen bar ḧerîre bêne řengîn
defran bihêne zêw û zêřîn
çen dane mecum’e çende çînî
dewrî le bilûre ya ne çînî
ew sînî û ew mecmû’e wabê
jûr û derî zêř kifit kirabê
teşt û legen û hebê le çen cor
lulêne le zêře guł guł û mor
to bêne semawerî cwane
sê payeyî zêw û îstîkane
dexurêtewe qawe çun be zorî
nabê ke biçê le yade qorî
sê espî eto bihêne ba pê
her espe liẍaw û zîne bikirê
ew zîne weha dirus kirabê
serpakî le zêře dařjabê
doşekçeyî nerme ba le zînan
bidrê be duř û teła û mercan
piş mexmer û tûk bê le nêwî
řîşołeyî pêwe bin le zêwî
bibjêre liẍawe to lewane
mirwarîye lew liẍawe dane
her yeksime řeşmekey weha bê
hewsarî le awrîşim çina bê
ser kelle û bin çeney be yaqût
řengawe be zêwe ya be zimřût
sazî bike desbecê ewane
to megre lewaneda behane
to êstirî bêne maçe û sûr
wek fîl be dîmen û pel estûr
kurtane le piştî wane bikirê
taco weserî ewane bixrê
ewhane hemû debê bikey bar
lew małeye, ey wezîre ewcar
her êstirê zengî zêřî wêxe
bo bałeke, qafłey weřêxe
ew małe be bar û ta denêrim
bo eḧmedî zîrek û dilêrim
sed dane sware bêne aza
çabûke wekû heło û baze
wek şêr be de’ye û îfade
demřût û cwan û law û sade
xawen be şeřafet û be namûs
bîden le kiławe peř le tawus
sîpałe deberken ew be destûr
pêławî ewane çekme bê sûr
yek bin be şitumek û be hey’et
wek dêw û dirinc dił be cur’et
bûzû leber ew kuřane şînkî
bê, wek peřî kaẍezî be tenkî
le çwît dirawe camedane
gişt bê leser û milî ewane
bîden le kemer qulapî kember
piř qubbe le zêř ya le gewher
řojî sefer û şeř û swarî
ba berg be dabî kurdewarî
bîken leber ew kesey ke lawe
destûre be ême wa dirawe
bo şeř kerese û le xencer û şîr
lew řimbî dirêj û kurte ya tîr
le zirê û le nêze ba bibê pêw
nek cerde û diz hebê le ser řêw
tajî û tułe řisteken le kêwî
bo mamz û řawî řawe řêwî
çen seqir û heło û çende şahên
bazê kewe fêr û meste be xwên
bewhane biken be řoje řawe
ta kotir û kew bikewne dawe
bo goyene goyî zêw û goçan
bo dare le darekey cilîtan
hełbigrin û řî kewn be bê ẍem
sergerm, be ’eyş bin hemû dem