îzin wergirtinî eḧmed le paşa bo geřanewe bo balekan

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 2 Xulek  562 Dîtin
ew eḧmedî xawenî cemałe
ta bû temenî be bîst sałe
xwêndî le serayî padşada
dwayî xeberî weha be şa da
keyxusrewî berz û xawenî tac
destênî le řoj mexte û bac
řojî le çyayî kurdewarî
nûrî le şewî sya û tarî
her toy ke be şîr ya be gurze
şêran dexeyte taw û lerze
bexşindetrî le beḧir û hewran
azatrî katî şeř le bewran
herkes ke etoyî çaw sûre
şêrêke le negbetî bedûre
qîn û řiqî to bedił ke hestê
derya le şepole řadewestê
herçende le şa dekem ḧeyaye
karêkim emin be padşaye
deyłêm ke we şa diłî netorê
lutfî degeł eḧmedî negořê
diłpiř ke nebê elêre nanim
min deçmewe bo seray babim
mawêke le şarezûre mawim
ew maweye her ders dirawim
’îlmê ke hebê le nîştimanim
xwêndûme hemûyî û min dezanim
eḧmed ke le barega nemênê
ey gewre, bizane ta demênê
bo şayî bebane nokerêkim
nek nokere core meyterêkim
hembê kewe mîsre ya ne şame
her koyle û her ẍułamî şame
wek kotre toqî mînnetî şa
kirdûme le gerdinim hemîşa