destûrî şa bo şarezakirdinî eḧmed be fennî şeř

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  563 Dîtin
ke xwêndinî kuř debû tewawe
ew care le baregayî şawe
destûr edra be şîr bazan
bew hey le sware espe azan
takû hunerî şeř û swarî
herçî ke hebê le kurdewarî
wek kaye be dar û go û goçan
řimbazî û řaw û řimbe lêdan
lêdanî be xencer û be tîran
le cilît û şeř û herayî şîran
fêrî biken êwe bew zwane
lawê ke nemamî bałekane
bew taqme şa ewey ke fermû
tałûke be nêw ewane wer bû
wayan be kuř ew ders dedawe
ta lew hunerane bû tewawe
merdane lewaneda weser kewt
nêwbangî le şarezûr derkewt
nêwbangî dekewte kořî xanan
nawî debra leser zimanan