çûnewey mîrsofî bo małî û hênanî kuřekey bo małî padşay

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  823 Dîtin
sofî le witarî şa ke ḧałî
bû, dest be cê geřawe małî
hênay teqanekey cwane
deynayewe ber desî bebane
şa bûyî derisderî dezore
wityanewe derse bew be nore
ew řołe zirîng û law û başe
haw ders debowe bo kuřî şa
deyxiwêndewe ders û bûyî dewrî
şew ta be seḧer nebû, bisewrî
şew bê xew ebû heta beyanî
deykirdewe dewrî dersekanî
tawêkî le kaye û qumaran
eḧmed nedebîndira çi caran
sergermî ders ewende bû ta
lew serdeme ew debû be mîrza
zanayê zirîng û bêřeza bû
le xwêndinî dersî şareza bû
wiryayê, ke şit bibaye yaẍî
kirmołî weder dena le saẍî
bo dêře, hełoyî tîj peř bû
çustî qełemî le ḧed beder bû
eḧmed ke le ’îlimda qewî bû
şa řûyî witey degeł ewî bû