witarî şa lebarey firîw nexwardinî hozî xwêndewar
Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
2 Xulek
775 Dîtin
qewmê ke be ’îlim aşna bûn
bêbeş le dine û firîwî cadûn
merdane hewłderî jyanin
serberzî gelan û nîştimanin
duř nasin û zîrek û ẍewasin
mûrûyî kerê le duř denasin
deynasin ewa le řûyî mêjû
napakdił û miroyî bîju
pîrê kewe biçte kin ewane
fiş ka, zigî her wekû hemane
danê le qeraẍî wane dawan
deska be diro û çaw û řawan
binwênê kerametî řeş û bor
let ka, ser û wirge her be sator
biřwa le zewî be bê wiçane
serbałî bida le ’asmane
xo, dûr dexen le çaw û řawî
kwa deçnewe jêrî qiłfe dawî?
bangî deken ey birayî circał
bo ême bekar naye fîşał
to bo gelî berg û cil be tîtoł
çit kirduwe ey gelorî zengoł
bew pirçî dirêj û bew řidêne
bew lîçe ke xûle wek swêne
çonî degeł ew gelî feqîrit ?
eḧwałî ewane dête bîrit?
aya buwe ger eto zemanê
dabit be feqîrî gel qiřanê?
aya buwe ger lewey hejare
wernegrî, bidey bewane pare?
aya buwe to birayî gel bî?
hawşînî kwêre ya ne şel bî?
xwêndûte le bo miroyî ẍemgîn
merdane le řojî merg, yasîn?
aya buwe bê kesê ke bimrê
tełqînî bidey ke çowe qebrê?
to nwêjî cema’etê be hełkewt
kirdûte le bo kesê le mizgewt?
sofî were bew řidêne panet
bo xatrî ew kerametanet
bew řiste diroye to ke deykey
bew baxe beheşte to ke deydey
be simêłî zelam û řîşî piř mû
ewřoke be ême to bifermû
bo ew gelî řût û paş kewtû
çit kird ke binûsrê le mêjû?
teyyare û top to dertixist?
to řayeł û poyî mûşekit řist?
to taqe diruskerî etomî?
to xawenî berqe ya ne bomî?
çaket çîye ey zerû eto çî?
serbarî gel ey geřokî çerçî
paş ew wite padşa be dawê
řûy kirdewe kêw û çuwe řawê