řay ewřeḧman paşa lebarey xwêndewaran
Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
1 Xulek
821 Dîtin
qewmê ke beşî hebê le zanîn
ba ême xeber lewî bizanîn
wişyarin ewane tîj bîrin
wirya û zirîng û law û jîrin
kewtûnete beḧrî zanyarî
dûrin le keran û ker swarî
çun ’aşiqî ’îlim û sen’etin ew
ca boye be şan û şewketin ew
zana be hemû şit û kel û pel
çon la deden ew le xizmetî gel
layengirî bênewa leser kar
’alem deken ew le zułme řizgar
karîgere ger lekin ewane
řêzî heye qîmetî girane
ewhane hemû ewey dezanin
ger zorbeyî gel hejarekanin
katê ke hejar bû be bê ẍem
załim deřwa berew cehennem
ew xełke le zułme bû ke bêzar
dunya dekewête des kirêkar
dunyayî ewane sewze xoşe
yeksane le keyf û ’eyş û noşe
ewhey ke mezey ’îlim deka noş
mafî gelî, key deka feramoş?
zanîne debê le xizmetî xełk
dabê, ne wekû bibê be bê kełk
nek kołe sewadî wa ke pênûs
bîden le kewa û bibne casûs
nûser ke şerîf bê dyare
neydawe şerafetî be pare