ba bînewe ser witardanî padşay bebe lebarey nexwêndewaran

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  584 Dîtin
qewm û netewey ke bê sewade
deswêtewe her wekû libade
ew cêge cinêwî nakesane
çon bê dem û bê pel û zimane
le jyanî be dûre beşxurawe
lêdan be qametî biřawe
xonagrê yek dem ew be pêwe
daxî ke le çende lawe pêwe
zîndane mekan û menziłî ew
desbende hełałe û gułî ew
çon kurd deka siłey le zanîn
her boye be bê ẍem û beła nîn
destêkî ewende şit nezanin
derwêş û gedayî şêxekanin
her xakê ke mîlletî nezane
cê sengerî ḧestemî dizane
lew cêgeye şêx bote tûtiřk
lew dêye xelîfe dê be cîfiřk
derwêşe be mûyî zor û çiłkin
gwê kułkin û ser dizêw û tûkin
bew şêwe û dîmen û qeware
werdegrê be des lewane pare
qewmê ke nezan bin dyarin
bê wazin û milkeç û hejarin
herkes ke lebin ’ebayî dînî
desda le gelî be na’emînî
řîswaye le nêw gel û wełate
ew dûre le xwêndin û xebate