bîruřay şa’îr lebarey ’îlimda
Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
1 Xulek
804 Dîtin
le biłinde fiřoke ger fiřey dê
dû bałî le ’îlmewa guřey dê
zanîne deka be xełkih nêw bang
deybatewe takû nêw kûrey mang
însane be apoloyî emrîk
çû ew kure řeng borî tarîk
hênaye zewî wekû dezanî
bew ’îlmeye gił le deştekanî
ger kûreyî mange wa le dûrî
deyda be şewê le ’erze nûrî
řûnake be taw û nûrî xore
bo xoyî sya û řeng bore
zanîne ke řû deka le tewne
pêt waye ke sîḧre ya ne xewne
nazanî ke çone deskirî wî
ta neçyewe benden û çiřî wî
bê xawene keştyekey ’urusan
hestan û be mangida denûsan
hełyan ke deqend xak û xołî
lew ’erze le çende şîw û dołî
giłyan le mangî řeng tarî
hênayewe bo me, bo dyarî
ta ’îlim bibê be serinşînî
şofîrî çilon le ser debînî
řanendeyî bo dewê be tundî
detwanê biçîte ser kurey dî