amojgarîy paşa bo mîrsofî bo wey be kuřekey bixiwênî
Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
1 Xulek
886 Dîtin
paşayî be nêwe lew zemane
bîstî ke le sofî ew witane
ew şayî temen kem û ’eqił pîr
awayî dekird bo wî tegbîr
to heste biçowe řamemêne
sistî meke eḧmedî bihêne
ba lêre degeł minałekane
bixiwênê le medresey ewane
bew xwêndine ger webê sewday
ew jîne debate ser be şadî
katê ke eto nemay û mirdî
degrêtewe cêy to be merdî
çon ew kuře ger nebê sewday
her dûre le awet û muradî
ewhey ke le xwêndinê be dûre
kwêrêke be bê çira û nûre